HELEBCE — Wê sibe li Helebce 12’emîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce bê lidarxistin û Baxê Kurdistan bi gelek berhemên cûda amadekariyek tam ji bo vê çalakiyê kiriye.
- Wê sibe 12’emîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce li Parka Şarî Yarî ya Helebceyê dest pê bike.
- Festîval dê çar rojan dewam bike û gelek berhemên çandinî yên xwemalî tê de werin nîşandan.
- Zêdetirî 120 berhemên çandiniyê li Baxê Kurdistan hene û armanca sereke ew e ku berhemên navxweyî bên serxistin.
Amadekariyên Festîvalê û Berhemên Xwemalî
Wê sibe li Helebce 12’emîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce bê lidarxistin. Baxê Kurdistan ku xwediyê gelek berhemên xwemaliye, bi gelek berhemên cûda amadekariyek tam ji bo beşdarbûna festîvalê kiriye. Xwediyê Baxê Kurdistan jî ragihand, armanca wan a projeyê serxistina berhemê xwemaliye û hîn zêdetir berê geştiyaran dana berhemên xwemaliye. Biryare sibe 12’emîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce li Parka Şarî Yarî ya Helebceyê bê lidarxistin. Wê festîval çar rojan dewam bike û gelek berhemên çandinî yên xwemalî di festîvalê de werin nîşandan.
Axaftina Xwediyê Baxê Kurdistan Hemîd Îsmaîl
Baxê Kurdistan yek ji wan baxaye ku salane berhemek zêde yê xwemalî dixe bazaran. Xwediyê Baxê Kurdistan Hemîd Îsmaîl di derbarê amadekariyên xwe yên ji bo festîvalê de ji ajansa me re axivî û got: “Wek her salê me îsal jî amadekariyek tam ji bo Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce kiriye. Cihê keyfxweşiyê ye ku gelek geştiyar serdana me dikin. Me îsal jî çend projeyek din û berhemên xwemalî ji bo mêvanan amadekiriye. Zêdetirî 120 berhemên çandiniyê li Baxê Kurdistan de hene. Hemû rojan deriyê me ji bo serdana geştiyaran vekiriye.”
Beşdariya Cotyarên Dihokê û Armanca Projeyê
Hemîd Îsmaîl da diyarkirin, ji bilî berhemên wan bixwe, gelek cotyarên parêzgeha Dihokê jî berhemên xwe yên çandinî yên wek; tirî, hinar, kulind, bacan reş û bacan soran tînin li baxê wan de ji bo dîtina geştiyaran nîşan didin.
Pêşeroja Bûyeran
Hemîd Îsmaîl diyar kir ku armanca wan a vê projeyê ew e ku berhemê navxweyî serbixin û hîn zêdetir berê geştiyaran bidin ser berhemên xwemalî.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî