Psîkolog Recep Orûç anî ziman ku li bajarên Kurdistanê bikaranîna narkotîkê bi taybetî zarok û ciwanan dike hedef û got, “Meseleya me ya esasî ew e ku xeteke pêşîgir û parastinê ava bike.”
Li bajarên Kurdistanê fikarên li ser bikaranîna madeyên narkotîkê, çetebûyîn û dejenerebûna civakî zêde dibin. Rêxistinên mafên mirovan bi taybetî destnîşan dikin ku ciwan û zarok dibin hedef û ev jî dikare ciwanan bi rengekî cidî ji jiyana civakî qut bike.
Aktîvîstê “Platforma Şiyar Be ya têkoşîna li dijî narkotîkê” û psîkolog Recep Orûç bandora bikaranîna narkotîkê ya li ser civakê ji ANF’ê re nirxand.
Çavkanî: ANF Kurmancî