Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî Murat Karayilan diyar kir ku tevî hemû pêngavên wan yên yekalî jî, dewleta Tirk heta niha tu qanûn dernexistiye; divê tiştê ku li ser Kurdan dibêjin bikin qanûn û got; ‘‘Rêber Apo ji bo hemû Kurdan têkoşîneke neteweyî dimeşîne û dixwaze di nava aloziyan de ji bo Kurdan statuyekê bi dest bixe.’’ Karayilan da zanîn ku divê Rêber Apo pêşwaziya vegera gerîlayan bike.
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan di hevpeyvîneke xwe ya li gel malpera (The Amargi) de, li ser Pêvajoya Aştiya Civaka Demokratîk, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêwîstiya avêtina pêngavan a ji aliyê dewleta Tirk ber bi çareserkirina pirsa Kurd ve axivî û nirxandinên girîng kir.
Murat Karayilan bal kişand ser rêya çareseriyê û xeta Rêber Apo û got: ‘‘Em çareseriyê di şer de nabînin û ev şerê ku diqewime ne di berjewendiya gelan û cîhanê de ye. Em nûnertiya xeta demokrasiya gelan dikin û di vî şerî de ne alîgirê kesekî û tu aliyekî ne; em xeta sêyem ku demokrasî ye ji xwe re dikin bingeh. Ya ku rêçare ye jî modela demokrasî û konfederalîzma Rêber Apo ye; ango li ser bingeha azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, berjewendiya gelên herêmê yên wekî Kurd, Ereb, Tirk, Asûrî, Suryanî û hemû pêkhateyane.’’
Çavkanî: Rojnews Kurmancî