Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas anî ziman ku ger di navbera Rûsya û Ûkraynayê de agirbesteke ku êrîşên li ser binesaziya enerjiyê dide sekinadin, were îmzekirin, ew amade ne ku piştgiriyê bidin wê agirbestê.
Kaja Kallas li Luksemburgê axivî û diyar kir ku ew ê bi kêfxweşî agirbesteke ku êrîşên li ser binesaziya enerjiyê dide sekinandin, pêşwazî bikin. Kaja Kallas sa zanîn ku lê belê nediyar e bê ka wê Rûsya li gorî lihevkirina muhtemel tev bigere yan na.
Kaja Kallas piştre anî ziman ku divê agirbesta muhtemel li gel rafînerên petrolê sînordar nebe.
Çavkanî: ANF Kurmancî