3 Kasım 2026, Salı
Nûçe

Di Festîvala Çandî ya Salane de ‘Pêşbaziya tekstên şanoyê

🔴 FLAŞ HABER

QAMIŞLO — Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê amadekariya lidarxistina Festîvala 3’yemîn a Çandê dike ku ev meh wê li dar bikeve û di festîvalê de wê pêşbaziya tekstên şanoyê li dar bikeve.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Festîvala 3’yemîn a Çandê ya Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê wê vê mehê li dar bikeve.
  • Festîvala îsal ji bo nivîsandina tekstên şanoyê hatiye veqetandin û dê 3 rojan dewam bike.
  • Deriyê beşdarbûnê li pêşiya tevahî nivîskarên ji tevahî deverên Rojava û hundirê Sûriyeyê vekiriye.

Sêyemîn Festîvala Çandê bi naveroka şanoyê tê lidarxistin

Li ser mijarê, Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê Yûsif Kotî bi bîr xist ku Festîvala Yekemîn ji bo helbestên bi zimanên kurdî û erebî hatibû veqetandin, ya duyemîn jî ji bo kurteçîrokên bi zimanên erebî û kurdî bû û ya sêyemîn a îsal e û ji bo nivîsandina tekstên şanoyê ye.

SERKETÎ DÊ BEN XELATKIRIN

Kotî yê ku endamê komîteya amadekar a pêşbaziya nivîsandina şanoyê ye got, “Festîval dê 3 rojan dewam bike. Di dawiyê de dê xelat li 3 kesên serkeftî bên belavkirin. Xelata ji pêşbaziya nivîsandina şanoyê ye, tu eleqeya xwe bi zimanê nivîsandinê çi erebî, çi jî kurdî dibe, pê nîn e.”

Kotî li ser mercên tevlêbûna pêşbaziyê jî ev agahî dan: “Deriyê beşdarbûnê li pêşiya tevahî nivîskarên ji tevahî deverên Rojava û hundirê Sûriyeyê vekiriye. Her kes dikare berhemên xwe bi rêya e-mailê an jî whatsappê bişînin. Komîteya nirxandinê dê li gorî pîvanên hunerî û wêjeyî yên diyarkirî nivîsan bixwîne û binirxîne. Endamên komîteyê beşdaran nas nake da ku zelalî û şefafiyet di proseya hilbijartina serkeftiyan de hebe.”

HETA 12’YÊ MEHÊ LI BENDA BERHEMAN IN

Kotî destnîşan kir ku, ger pêwîstî hebû komîteya amadekar dikare dema pêşwazîkirina nivîsan heta 12’ê Mijdarê dirêj bike û anî ziman ku divê herî kêm nivîs 10 rûpel bin û 30 rûpelan derbas neke, li tu cihekî nehatibin parvekirin an jî di festîvalên dîtir de nehatibin pêşandan û mafê beşdar nîn e ku zêdetirî nivîsekî pêşkêş bike.

Pêşeroja Bûyeran

Yûsif Kotî diyar kir ku armanc ji pêşbaziyê piştgiriya behreyan were kirin, xwediyên wê li kêleka helbest, kurteçîrok û romanan li ser pêşxistina şiyanên xwe di nivîsandina şanoyê de teşwîq bibin e. Festîval wê li Parka Xwendinê were lidarxistin.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse