4 Kasım 2026, Çarşamba
Nûçe

Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye

📰 KAPSAMLI RAPOR

KOBANÊ — Şanogerên ji bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Sûriyeyê yên beşdarî ‘Festîvala Şano ya Şehîd Arîn’ bûn, diyar kirin ku şano ji bo wan nîşandana êş û azadên gel e.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Festîvala Arîn a ‘Bisk û Zulfên Aştiyê’ ya 4’emîn bi dirûşma “Ji her bajarekî çîrokeke û ji her dilekî romanek” li bajarê Kobanê hate lidarxistin.
  • Festîval di 31’ê Cotmehê de bi amadebûna komên ji Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û bajarên din ên Sûriyeyê bi tevlêbûna bi sedan kesan pêk hat.
  • Ji Şamê heta bi Efrîn, Hesekê, Qamişloyê, ji Kobanê heta bi Amedê gelek kom beşdarî festîvalê bûn.

Moraleke gelekî mezin da şanogeran

Şanogera ji bajarê Hesekê ya ji koma Ermenî Merdiya Mihemed kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Şano gelekî xweş e, me li vê derê moraleke gelekî mezin wergirt. Şanoya me bi navê ‘Yê ku nayê’ ye û em çar kes vê lîstikê dilîzin. Em çar kes li benda hinek kesan e ku bên me rizgar bikin, lê di rastiyê de ew nayên. Lê ew çar kes jî bi yek kes e, weke şerê di navbera fikir, dil, mejî û xeyal de. Ji xwe ev şano bê dawî ye. Dema ku di nava şanoyê de ez dixwazim birevim lê em her çar bi hev re ne û em nikarin birevin. Dema ez dixwazim birevim ew min dixeniqînin.”

Şano mala gel e

Derhênerê ji bajarê Kobanê Dilbirîn Mislim jî got, “Ev şano li ser asta Sûriyeyê ye. Şano bi xwe eynika civakê ye û em bi rêya şano re mesaja wê yekê didin. Di demên dawî de jî şano hatiye paşguhkirin, ew jî bi pêşketina teknolojiyê ye. Şano bi xwe mala gel e û em dibêjin ku careke din divê em vegerin şano û bi riya wê re êş û azarên xwe bêjin.”

Pêşeroja Bûyeran

Ji şanogerên Efrînê Mehmûd Yûsif anî ziman ku festîval ji bo wan derfet e û çalakiyên bi vî rengî wê bandoreke mezin li ser pêşvebirina çand û hunerê bikin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse