AMED — Di vê analîzê de, berxwedan û berevaniya di nasnameya serdestan de ya ku li hemberî arezû û daxwazên bingehîn ên demokratîk ên bindestan de derdikeve holê, bi nêrîneke derûnkolerî (psychoanalysis) û derûnnasiya civakî (social psychology) ango derûncivakî tê şîrovekirin.
- Rewşa serdestan di dîrokê de wekî nasnameya pîvandar (normative) a dewletê hatiye saz û avakirin.
- Arezû û daxwazên wekheviyê wekî windakirina bijarteya nedîtî (invisible privilege) têne dîtin û birînên narsîsîstîk (narcissistic injury) çêdikin.
- Çareseriyeke mayînde, pêdiviya bi pêvajoyeke şînûşûnê (mourning), xebitandina rê (working through), tamîrkirinê (repair) û nûşiyanê (resilience) heye.
Bingehên Derûnî yên Têkiliya Serdest û Bindest
Keresteya sereke ya vê rewşê ew e ku rewşa serdestan di dîrokê de wekî nasnameya pîvandar (normative) a dewletê hatiye saz û avakirin û ev yek bijarteyeke nedîtî (invisible privilege) daye takekesên pê ve girêdayî û pêgirtiyên wê. Arezû û daxwazên wekheviyê wekî windakirina vê bijarteyê têne dîtin û wisa tê hestkirin û jiyîn, birînên narsîsîstîk (narcissistic injury) çêdikin û berevaniyên hevpar (collective defenses) ên civaka serdest dixin meriyetê. Ev berevanî û berxwedan bi alîkariya têgehên derhişiya pîvandar (normative unconscious), rewakirina pergalê (system justification), nazikbûna nasnameyê (identity fragility) û bi dahûrînên Fanon û Kovel ve tê xwendin.
Bersivên Derûnî yên Serdestan li Hemberî Daxwazên Maf û Heqiyê
Derûnnasiya bijarte pirs û girêka serdest-bindestan a li ser serdestiya maf û heqiyê ye, ev tenê ne meseleyeke dadî û hiqûqî û siyasî ye; di heman demê de meseleyeke derûnî û giyanî ye. Dema bindest perwerdehiya bi zimanê dayikê, nûnertiya siyasî û welatîbûna wekhev dixwazin, bersiva serdestan pirî caran ne ji hesabên aqilmend, lê ji hestên kûr û bi piranî derhişî (unconscious) derdikevin holê.
Ravekirina Di Yardeyê Bi Têgeha Derhişiya Pîvandar
Mirov dikare vê diyardeyê bi têgeha derhişiya pîvandar (normative unconscious) rave bike. Norm û nirxên civakî ewqasî kûr dikevin serûbinê derûn û giyana takekesan ku ew wan wekî xwezayî, navendî û “siruştî” dijîn û pozîsyonên êdin (other) wekî binpêker dibînin.
Pêşeroja Bûyeran
Di dawiyê de ev analîz nîşan dide ku ji bo çareseriyeke mayînde, pêwîstî bi pêvajoyeke şînûşûnê (mourning), xebitandina rê (working through) û tamîrkirinê (repair) û nûşiyanê (resilience) heye.
Çavkanî: Diyarname