4 Kasım 2026, Çarşamba
Nûçe

Ji baroyan banga li ser doza Kobanê: Bi ya DMME’yê bikin, girtiyan berdin!

📰 KAPSAMLI RAPOR

AMED — Baroyên herêmê û rêxistinên mafên mirovan li Amedê li hev civiyan û xwestin ku di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de siyasetmedarê ji Doza Kobanê girtî ne bêne berdan.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Baroyên herêmê û saziyên civakî yên Amedê, di salvegera 10’emîn a operasyon û girtinên li dijî hevserok û parlamenterên HDP’ê de li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek dan.
  • Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên DAÎŞ’ê yên li ser Kobaniyê û derbeya siyasî ya 4’ê mijdara 2016’an.
  • Serokê Baroya Amedê Sertaç Buluttekin bal kişand ser biryarên binpêkirinê yên ku ji aliyê DMME ve hatine dan û destnîşan kir ku Tirkiye hîn jî van biryaran bi cî neaniye.

Daxuyaniya Li Ber Edliyeya Amedê

Baroyên herêmê û rêxistinên mafên mirovan li Amedê li hev civiyan û xwestin ku di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de siyasetmedarê ji Doza Kobanê girtî ne bêne berdan. Baroyên bajarên herêmê û saziyên civakî yên Amedê, di salvegera 10’emîn a operasyon û girtinên li dijî hevserok û parlamenterên HDP’ê de li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek da. Li gel Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Meral Daniş Beştaş, serok û rêveberên baroyên herêmê, endamên rêxistinên civakî yên Amedê gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Bila biryarên DMMEyê werin pêkanîn û pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin” hate vekirin.

Ercan Yilmaz: Derbeya Siyasî Tu Dem Nayê Qebûlkirin

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên DAÎŞ’ê yên li ser Kobaniyê û wiha got: “Hincet hat nîşandan ku parvekirineke medyaya civakî ya ji aliyê Navenda Giştî ya HDP’ê ve hatibû kirin ku bang li bertekên demokratîk ên li dijî êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir. Derbeya siyasî ya 4’ê mijdara 2016a’n bi vê hincetê pêk hat û tu dem ev yek nayê qebûlkirin.”

Sertaç Buluttekin: Tirkiye Biryarên DMMEyê Bi Cî Nîne

Piştî Ercan Yilmaz Serokê Baroya Amedê Sertaç Buluttekin axivî û diyar kir ku berî 10 salan Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattin Demîrtaş, Figen Yuksekdag û parlementerên HDP’î hatine binçavkirin, bi rengekî neqanûnî hatine girtin û dîsa rastî lêpirsîn û darizandinên neqanûnî hatine. Buluttekîn bal kişand ser biryarên binpêkirinê yên ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatine dan û destnîşan kir ku Tirkiye hîn jî van biryaran bi cî neaniye.

Pêşeroja Bûyeran

Buluttekîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokr, û têkoşîna ji bo edalet û serweriya qanûnê ya li dijî van binpêkirinan hate tekezkirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse