7 Kasım 2026, Cumartesi
Nûçe

Li Brukselê polîtîkayên darvekirin û zextên Îranê hatin şermezarkirin

🔴 FLAŞ HABER

BRUKSEL — Li Brukselê polîtîkayên rejîma Îranê yên darvekirinê, zext û girtina li dijî çalakvanên siyasî û windakirina bi zorê bi çalakiyeke girseyî hatin şermezarkirin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Kurdistanî ji bo şermezarkirina polîtîkayên rejîma Îranê yên darvekirinê, zext û girtinên li dijî çalakvanên siyasî û bi taybetî windakirina bi darê zorê ya çalakvanên siyasî û endamên PJAK’ê li ber Stasyona Navendî ya li paytexta Belçîka Brukselê çalakî li dar xistin.
  • Di çalakiya ku saet di 15.00’an de dest pê kir de, bertek nîşanî polîtîkayên rejîma Îranê hat dayîn û bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.
  • Di peyama PJAK’ê de hat diyarkirin ku jiyana mirovan nabe qurbana domandina hebûna desthilatdaran û hat gotin ku divê dawî li darvekirin û zextan bê anîn.

Banga ji bo raya giştî ya navneteweyî

Kurdistanî ji bo şermezarkirina polîtîkayên rejîma Îranê yên darvekirinê, zext û girtinên li dijî çalakvanên siyasî û bi taybetî windakirina bi darê zorê ya çalakvanên siyasî û endamên PJAK’ê li ber Stasyona Navendî ya li paytexta Belçîka Brukselê çalakî li dar xistin. Di çalakiya ku saet di 15.00’an de dest pê kir de, bertek nîşanî polîtîkayên rejîma Îranê hat dayîn û bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Wêneyên girtiyên siyasî hatin hildan

Di çalakiyê de ji rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî hat xwestin ku li hemberî kiryarên rejîma Îranê bêdeng nemînin. Di çalakiyê de wêneyên gelek girtiyên siyasî hatin hildan û daxuyanî bi zimanên Îngilîzî û Fransî hatin xwendin.

Jiyana girtiyên siyasî di bin xetereyê de ye

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jiyana girtiyên siyasî di bin xetereyeke giran de ye û gelek malbat li benda hînbûna aqûbeta xizmên xwe ne. Hat destnîşankirin ku di van şert û mercên ku mafên mirovan bi eşkereyî tên binpêkirin de, bêdengiya raya giştî ya navneteweyî nayê qebûlkirin.

Peyamên KJAR û PJAKê hatin xwendin

Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku divê darvekirin demildest bên rawestandin, hemû girtiyên siyasî bên berdan, dawî li kiryarên windakirina bi zorê bê anîn û aqûbeta kesên winda bê zelalkirin. Di çalakiyê de peyamên piştgiriyê yên ku ji aliyê Komelgeha Jinên Azad ên Kurdistanê (KJAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ve hatibûn şandin jî hatin xwendin.

Pêşeroja Bûyeran

Di peyama PJAK’ê de hat diyarkirin ku jiyana mirovan nabe qurbana domandina hebûna desthilatdaran û hat gotin ku divê dawî li darvekirin û zextan bê anîn.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse