9 Kasım 2026, Pazartesi
Nûçe

Êriş dewam dikin, kî ji parastina asîmanê Herêma Kurdistanê berpirsyare?

🔴 FLAŞ HABER

NAVENDA NÛÇEYAN — Êrişên asîmanî yên li ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin û asîmanê Herêma Kurdistanê bi temamî li ber êrişên dron û mûşekan bê parastin maye. Ev jî çavkaniyên sereke yên aboriyê yên wek, bîrên neftê, parzûngeh, balafirxane û saziyên hikûmî dixe ber metirsiyek mezin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Amerîka di 1’ê cotmeha 2026’an de ji Iraq û Herêma Kurdistanê bi temamî hêzên xwe vekişand, hemû çek û sîstema parastinê jî li gel xwe bir.
  • Komên çekdar tevî nebûna hêzên Amerîka û Îsraîlê li herêmê, êrişên xwe dewam dikin û bi asanî li hedefên ku dixwazin didin.
  • Li gor destûra Iraqê ya sala 2005’an, divê Iraq asîmanê Herêma Kurdistanê biparêze û rê li ber êrişên komên çekdar bigre.

Sîstema parastinê nemaye û metirsî mezin e

Êrişên asîmanî yên li ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin û asîmanê Herêma Kurdistanê bi temamî li ber êrişên dron û mûşekan bê parastin maye. Ev jî çavkaniyên sereke yên aboriyê yên wek, bîrên neftê, parzûngeh, balafirxane û saziyên hikûmî dixe ber metirsiyek mezin.

Amerîka di 1’ê cotmeha 2026’an de ji Iraq û Herêma Kurdistanê bi temamî hêzên xwe vekişand, hemû çek û sîstema parastinê jî li gel xwe bir. Herêma Kurdistanê kete nava tirs û fikaran. Ji berku êdî ti sîstemek bikare asîmanê Herêmê ji dron û mûşekên Îran û komên çekdar biparêze nema.

Hinceta komên çekdar vala derket, lê êriş dewam dikin

Komên çekdar hertim hinceta wan ya êrişkirina li ser Herêma Kurdistanê hebûna Amerîka û Îsraîlê bû. Niha ew jî li Herêma Kurdistanê nemane. Lê komên çekdar êrişên xwe dewam dikin û bi asanî li hedefên ku dixwazin didin. Ji berku ti sîstemek ya parastinê nemaye ku pêşî lê bigire.

Pirsyar li vêderê eve, gelo kî ji parastina asîmanê Herêma Kurdistanê berpirse?

Berpirsiyariya hikûmeta Iraqê û bêparastina asîman

Li gor destûra Iraqê ya sala 2005’an, Herêma Kurdistan beşekî ji Iraqê nehatî qutkirine. Li gorî vê divê Iraq asîmanê Herêma Kurdistanê biparêze û rê li ber êrişên komên çekdar yên li ser Herêma Kurdistanê bigre. Lê gelek caran Iraq nikare asîmanê xwe jî biparêze. Ji berku balafirên şer yên Amerîka, Îsraîl û Îranê bi serbestî li ser asîmanê wêre difirin.

Pêşeroja Bûyeran

Piştî ku hêzên Amerîkayê ji Iraq û Herêma Kurdistanê vekişiyan û asîmanê Herêmê bê parastin ma, duh bi şev carek din komên çekdar êrişî ser qada gazê ya Kormor a li navçeya Çemçemalê k

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse