9 Kasım 2026, Pazartesi
Nûçe

Statûya Herêmê di navbera nakokiyên şerê desthilatdariya alî û baskan de

🔴 FLAŞ HABER

NAVENDA NÛÇEYAN — Rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê bi civîna awarte ya Parlamentoya Herêmê derbazî qonaxeke din bû û qeyrana siyasî kûrtir kir. Bi vî rengî Herêm dîsa rûbirûyî egera parçebûn û du-îdareyiyê kir, lê eşkere ye ku şerê desthilatdariyê yê di navbera aliyên siyasî û baskên nav malbatên siyasî de metirsî li ser statûyê çêkiriye.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê bi civîna awarte ya Parlamentoya Herêmê derbazî qonaxeke din bû.
  • Guftûgoyên PDK û YNK’ê li ser serokatiya Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî bi rê ve diçûn.
  • PDK’ê bi 52 parlamenteran civîna parlamentoyê encam da.

Civîna Awarte û Kûrbûna Qeyrana Siyasî

Rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê bi civîna awarte ya Parlamentoya Herêmê derbazî qonaxeke din bû û qeyrana siyasî kûrtir kir. Bi vî rengî Herêm dîsa rûbirûyî egera parçebûn û du-îdareyiyê kir, lê eşkere ye ku şerê desthilatdariyê yê di navbera aliyên siyasî û baskên nav malbatên siyasî de metirsî li ser statûyê çêkiriye. Di demekê de ku guftûgoyên PDK û YNK’ê li ser serokatiya Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî bi rêve diçûn û nêzîkî lihevkirinê bûn, PDK’ê bi 52 parlamenteran civîna parlamentoyê encam da, bi şêwazekî ku şandeyên danûstandkar ên her du aliyan ji vê planê agahdar nebûn. Lewma vê yekê nîşan da ku civîn ji berê ve plankirî bûye.

Bandora Dîdara Merî û Fikarên Baskên Malbata Barzanî

Ji Dîdara Merî (MERI Forum) ku li Hewlêrê hatibû lidarxistin, daxwazname ji Mesrûr Barzanî re nehatibû şandin, heta astekê jî deng û rengê YNK’ê di dîdarê de berçavtir bû, vê yekê baskê Mesrûr Barzanî an jî Mala Mesûd Barzanî bi fikar kir. Lewma di wê demê de Baregaha Barzanî peyamek li dijî dîdarê belav kir û rexne li venexwendina hinek kesayet û aliyên siyasî girt û got: “Ew dîdar tu peywendiya xwe bi me re nîne.” Ji bilî van fikaran, di dîdarê de Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew bi xwe serpereştiya dosyeya pêkanîna hikûmetê dike û li gel YNK’ê pir nêzîkî lihevkirinê ne.

Pêşeroja Bûyeran

Piştre Bafil Talebanî û Qubad Talebanî jî teqezî li ser guftûgoyê û nêzîkbûnê yên ji bo pêkanîna hikûmetê kirin, heta ku Qubad Talebanî got di vê payîzê de hikûmet pêk tê. Her wiha berpirsên nêzîkî baskê Nêçîrvan Barzanî jî pêşketinên nû di vî warî de dişopînin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse