Ciwanên ji bajarên Til Temir û Zirganê bi meşeke meşaleyî daxwaza naskirina destûrî ya zimanê Kurdî kirin û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kirin.
Ciwanên ji Til Temir û Zirganî bi daxwaza naskirina destûrî ya zimanê Kurdî, parastina mafê gelê Kurd û şermezarkirina Komploya Navneteweyî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşeke meşaleyî organîze kir.
Meş ji Çerxerêya Kehrebê ya Til Temirê dest pê kir, li tevahî kolanên sereke geriya û heta bi rêya gişt ya Til Temir-Serêkaniyê çû. Li wir meş veguherî mîtîngê.
Çavkanî: ANF Kurmancî