16 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Iraqê ji ber dorpêça li Kendava Hurmuzê 60 milyar dolar ji dest da

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuat Huseyîn ragihand ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn û tengasiya çûnûhatina li Kendava Hurmuzê, welatê wî 60 milyar dolar zirar kiriye.

Iraq bi encamên aborî yê şerê navbera DYE-Îsraîl û Îranê re rû bi rû ye. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuat Huseyîn roja pêncşemê li Romayê bi hempîşeyê xwe yê Îtalî re hevdîtin kir û got, maliyeta şer a li welatê wî gihiştiye 60 milyar dolarê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê, Huseyîn diyar kir ku sedemê esas ê vê zirarê dorpêça li Kendava Hurmuz û ketina di îxracata petrolê de ye.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse