9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Li Brukselê di xwepêşandana sendîkayan de şer qewimî

Li Belçîkayê di xwepêşandana sendîkayên CSC û FGTB de ku li dijî polîtîkayên aborî û budçeyê yên hikumeta federal hate lidarxistin, di navbera ciwanên rûnixumandî û polîsan de şer qeiwmî. Sendîkaya FGTB’ê hişyariya greva giştî da.

Li Belçîkayê ku muzakere li ser budçeyê dewam dike, sendîkayên CSC û FGTB’ê 9’ê Cotmehê roja Înê li Brukselê xwepêşandaneke neteweyî lidar xistin. Meşa ku ji Gar a Trenê ya Navendî saet di 11:00 de destpê kir, ber bi Gar a Mîdî ve dewam kir. Xwepêşandan beriya grevê hate lidarxistin ku tê plankirin 12’ê Cotmehê roja Duşemê pêk were. Rêveberên sendîkaya FGTB’ê diyar kirin ku eger hikumet di nêzîkatiya xwe de israr bike wê 23’ê Mijdarê biçin greva giştî.

Bi sedan ciwanên kincê reş li xwe kiribûn û maske dabûn ber rûyê xwe, di dema xwepêşandanê de bi polîsan re şer kirin. Polîsan gaza çavan dişewitîne û ava şid bi kar anî û hin kes hatin binçavkirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment