9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Malbat ji Girava Îmraliyê vegeriyan

Malbata Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê piştî hevdîtinê ji Îmraliyê vegeriyan.

Malbata Rêber Apo, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabet, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan li Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Malbat piştî hevdîtinê ji Girava Îmraliylê vegeriyan.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê hevdîtina malbatan de daxuyanî da û got: “Malbata Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabet, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anîne. Buroya Hiqûqê da zanîn ku ji malbata Abdullah Ocalan; Havva Elçîn, Omer Ocalan û Haci Aydin Ocalan di hevdîtinê de cih girtin e.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment