9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re civiya

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê li Meclisê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re civiyan. Di hevdîtinê de merhaleya pêvajoyê ku gihiştiyê û ji niha şûn ve dê çi were kirin hat destgirtin.

Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokwewkîlê Meclisê Celal Adan re civiyan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku di civînê de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk danûstandin hatine kirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment