Diyarname
Şandeya jinên bakur ji ji Hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Herêmî Devrîm Demîr, Hevşaredara Yenîşehîra Amedê Safiya Akdag, Hevşaredara Farqîna Amedê Sevîm Bîçîçî, Hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk tê hevdînên xwe yên li Rojava didomîne. Heyet piştî saziyên jinan duh jî çû serdana Şêwirmendê Serokomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî.
Di hevditinê de li ser pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê û pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li bakurê Kurdistanê – Tirkiyeyê, xebatên hevpar ên di pêşerojê de, piştgirî û hevkariya ji bo şaredariyên Rojava axivîn.
Çavkanî: Diyarname