14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Ji bo 1000’î ma 19!

Diyarname
Li dinyayê bi awayekî fermî heta niha hê tu lîstikvanî 1000 (hezar) gol neavêtine. Lê Cristiano Ronaldo gav bi gav ber bi wir ve diçe. Niha ew gihîşt 981 golî.

Lîstikvanê 41 salî di tîma Al Nassr de dilîze. Al Nassr di Lîga Şampiyonan a Asyayê de tîma Neftchi Fargona kir mêvan û bi 3-1 bi ser ket. Goleke Al Nassr di deqîqeya 42’yan de Ronaldo avêt. Ew bi vê golê gihîşt gola 981’ê. 19 golên din jî biavêje digihîje sînorê 1000’î.

Heta niha bi awayekî fermî kesî 1000 gol neavêtine. Ji bo Pele tê gotin ku dor 1279 gol avêtine lê golên wî yên ku bi awayî fermî hatine qebûlkirin û eq ketine nav Pirtûka Rekoran a Guinnesê 767 heb in.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse