20 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Ji dibistanan, heta E-store, notên ji civîna Amedsporê

Diyarname
Îro li Tesîsên Şehmur Ozer rêveberên Amedsporê daxuyanî dan çapemeniyê.
Li ser dibistanên fûtbolê yên Amedsporê, E-store agahî dan çapemeniyê.
Va ne hin notên ji wê daxuyaniyê:

‘DIBISTANÊN FÛTBOLÊ TÊNE AVAKIRIN’
Ji Dibistanên Fûtbolê yên Amedsporê Nurullah Edemen bûye berpirs Edemen ku berê serokatiya klûbê kiribû, wisa got, 
– Ji îro pêre Dibistanên Fûtbolê yên Amedsporê hatine vekirin û dest bi qeydan kirine.
– Yên ku bixwazin dibistanên fûtbolê vekin dikarin serî li klûbê bidin. Akif Gozmen û koma wî ji vê beşê berpirsiyar e.
– Serîlêdan dê bêne nirxandin, li rewşa bajarên ku lê bêne çêkirin dê bê nirxandin. Dibistanên futbolê dê bi pere bin. Lê ji bo zarokên ku jîrekî pêre heye û rewşa wan a aboriyê nîn e dê bê pere bigire nava perwerdehiyê.
– Ger daxwaz hebe li bajarên din jî hebe li çar aliyên Tirkiyeyê dê dibistan bêne vekirin.

ME XWE GIHAND CIWANÊN 17 BAJARAN
Berpirsê tîmên jêrîn ê Amedsporê Sertaç Kuçukbayrak jî wisa got
– 15 meh in ji bo tîmên jêrîn ên Amedsporê xebat hene. Em dixebitin. Di 15 mehan de me bi awayekî fîzîkî hin serketin bi dest xistin. Em li ser bawerî û nirxên Amedsporê dixebitin. Tîmeke me ya di Lîga PAF’ê (Lîga Fûtbolkarên Bernedam a Profesyoneliyê) de bi hêza xwe serketinê bi dest dixe heye.
– Li 17 bajaran me xwe gihand bi hezaran ciwanan. Me fûtbolîst gihandi. Li vir dema Dibistanên Sporê vebin ji bo tîmên jêrîn, dîsa ji bo Tîma A ev girîng e. Ez bawerim dê gelek serketin çêbe.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse