14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Kayûm şandin ser Halk TV

Diyarname
Serê sibê polîs çûn avahiya Halk TV ya li Stenbolê û dest bi lêgerînê kirin. Weşana Halk TV hat rawestandin. Serokê Lijneya Rêveberî ya Halk TV Cafer Mahiroglu got kayûm şandine ser kanalê.

Wezareta Tirkiyeyê îro jî kayûm şand ser kanala televîzyonê Halk TV. Gerînendeyê Weşanê yê Halk TV Suat Toktaş got, “Ligel heyeta kayûmê axivîne, xwestine weşan bidome, lê li hev nekirine. Weşan rawestiya ye.”

DEM PARTÎ Û YENÎ PARTÎ BERTEK NÎŞAN DA
DEM Partî bi ser hesabê X’ê re peyamek belav kir û got, “Êrîşa polîsan a ser Halk TV û şandina kayûme ser wir êrîşeke dijî çapemenî û azadiya ramanê, êrîşeke dijî girtina mafê agahiyê ye.”
DEM Partî got em bang li desthilatdarî dikin ku dest ji van kirinên dijî çapemenî û azadiya ramanê berde, gavên ku demokrasiyê xurt dikin biavêje û ji bo aştî civakî bibe li ser bingeha demokrasiyê tevbigere.
Serokê Giştî yê Yenî Partî Ozgur Ozel jî bertek nîşan da û got, “Şefeqê bi polîsan bi ser de girtina kanaleke televîzyonê û şandina kayûmê karê dîktatoran e.”

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse