___ Eyyup Guven___
Ev wêne di sala 1903’an de li hundirê fabrîqeya niftikan a Bryant & May a li Bow’a Rojhilatê Londonê hatiye kişandin.
Li rûyê keçên ciwan binêrin. Çenên wan werimî, pûsî û di tariyê de dibiriqin. Ew keçên 14, 15 û 16 salî ne.
Navê vê nexweşiyê “Çenê Fosforê” bû. Erka wan ew bû ku niftikan di fosforê spî de bikişînin. Fosforê spî jehr e û wan her roj ev kar dikir.
Çavkanî: Diyarname