KOBANÊ — Bi sedan kes ji şêniyên Kobanê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyek û şahiyek lidar xistin û ev dîroka berxwedanê bi coş pîroz kirin.
- Bi sedan kes ji şêniyên Kobanê bi dirûşma “Bi bîranîna şehîdên qehreman 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be” li hev kom bûn.
- Ferhan Hec Îsa diyar kir ku 1’ê Mijdarê ne rojeke bîranînê ya di salnameyê de ye, belkî navê destana berxwedana li dijî DAÎŞ’ê ye.
- Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif bal kişand ser pêşengiya jinan û destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ji bo tevahî Rojhilata Navîn bû sembol.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir
Bi sedan kes ji şêniyên Kobanê bi dirûşma “Bi bîranîna şehîdên qehreman 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be” şahiyek lidar xistin. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê gelê Kobanê Ferhan Hec Îsa axivî û ev roja pîroz di serî de li fedakarên berxwedana Kobanê, ku bi berxwedaniya xwe karibûn bajarê Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê biparêzin û rizgar bikin her wiha ji hemû cîhanê re pîroz kir.
“1’ê Mijdarê navê destana berxwedanê ye”
Ferhan Hec Îsa di axaftina xwe de got: “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, ne rojeke bîranînê ya di salnameyê de ye. Ev dîrok, navê destana berxwedanê ye ku gelê Kobanê li dijî êrişên tarî yên di sala 2014’an de li bajarê Kobanê qewimî û bi ser ket tê nasîn. Bajarê Kobanê bajarê ku îro li seranserî cîhanê bi berxwedana xwe ya li hember çeteyên DAÎŞ’ê ketiye dîroka berxwedanî û rûmetê.” Her wiha Ferhan Hec Îsa bi gotinên “Kobanê bajarê me hemûyan e û pêwîste em xwedî li destkeftiyên berxwedana Kobanê derkevin” dawî li axaftina xwe anî.
Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif: Berxwedana ku bi pêşengiya jinê gihîşt roja îro gelek destkeftî anî
Li ser navê tevgera jinan Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif derbarê pêşengiya jinan di berxwedana Kobanê de axivî û got: “Berxwedana ku bi pêşengiya jinê gihîşt roja îro, gelek destkeftiyên mezin bi xwe re anî. Berxwedana ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nîşandan, ji bo tevahî Rojhilata Navîn bû sembol. Çeteyan û hevkarên wan pîvan û nirxên mirovahiyê nas nedikirin, jin û zarok qetil kirin û tevahî bajar wêran kirin. Lê bi saya berxwedana şervanên YPJ û YPG’ê berxwedana tunekirina DAÎŞ’ê ji Kobanê destpê kir.”
Pêşeroja Bûyeran
Perwîn Yûsif di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tişê ku îro ji wan tê xwestin ev e ku parastina destketiyên şoreşê bikin, bi rihê 1’ê Mijdarê têkoşînê bidomînin û bigihêjin serkeftinê.
Çavkanî: ANF Kurmancî