11 kesên li bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta beşdarî protestoyên Sibata 2025’an bûne ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin, hîn jî nayê zanîn.
Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê têkildarî binçavkirina 11 welatiyan daxuyaniyek weşand. Li gorî daxuyaniyê, hêzên îstîxbaratê ev welatî li navçeya Melekşahî ya ser bi parêzgeha Îlamê binçavkirine.
Rejîma Îranê ji bilî tometa beşdarbûna di xwepêşandanan de, gelek tometên din ên wekî “têkilîdanîna bi welatên dijber re” û “têkbirina ewlehiya neteweyî” xistiye stûyê wan.
Çavkanî: ANF Kurmancî