14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Bakirhan û Bafil Talebanî li Silêmaniyê civiyan

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Debaşan a Silêmaniyê civiyan. Di civînê de li ser bihêzkirina têkiliyên dualî û serxistina pêvajoya aştiyê gotûbêj kirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Bafil Talebanî têkildarî hevdîtina Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ya îro li Debaşan a Silêmaniyê pêk hat de, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Debaşan pêşwazî li Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan kir û di hevdîtinê de li ser bihêzkirina têkiliyên dualî û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê birêve diçe, hat nîqaşkirin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse