Berdana Sermîn Demîrbag ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê tê girtin, 6 mehên in hate taloqkirin. Bi vê carê re, bi giştî 8 caran berdana wê hate taloqkirin.
Sermîn Demîrbag ji 1’3ê Nîsana sala 1993’an ve di zindanê de tê girtin û tevî ku ji sala 2023’an ve cezayê wê xilas bûye jî berdana wê tê astengkirin.
Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgeha Jinan a Kayseriyê cara 8’emîn berdana Sermîn Demîrbag ji bo 6 mehan taloq kir. Bi vê biryarê re astengkirina berdana Sermîn Demîrbag derket 4 sal û 3 mehan.
Çavkanî: ANF Kurmancî