Cahît Berkay anî ziman ku ji bo aştiyê divê edalet bê pêkanîn û destnîşan kir ku edalet wê baweriya bi pêvajoyê zêdetir bike.
Muzîsyen Cahît Berkay daxuyanî da ajansa me û got, “Bêdengbûna çekan xala herî girîng bû. Ev biryar bû cihê kêfxweşiyê. Divê dewamiya wê bê. Rê ji bo vê vekirî ye. Li gorî pêvajoyên beriya niha, wê hîn bi cidî bimeşe. Hêvîdarim wê bigihêje armanca xwe.”
Berkay “hezkirinê” weke felsefeya xwe ya jiyanê pênase dike û got, “Nêzîkatiya min a li van mijaran, felsefeya min a jiyanê ew e ku di bingeha her tiştî de hezkirin heye. Ev mijara aştiyê karekî welê ye ku mirovên karibin ji dil hez bikin, hîs bikin, bijîn dikarin pêk bînin. Hezkirin beriya her tiştî hezikrin û hurmeta mirov a ji xwe re ye. Piştre jî ıhezkirina ji xizmên xwe, hevalên xwe, welatê xwe, cîhan û gerdûnê re ye… Li gel hezkirinê wijdan jî li ser piyan e.
Çavkanî: ANF Kurmancî