Di destpêka sedsala bîstan de, di nav aloziya civakî û siyasî ya Silêmaniyê de, jinek derket holê ku ji kevneşopiyên hevpar ên civakê yên li ser perwerde û têkoşîna jinan derbas bû. Ew jî Mamoste, Dîroknas û têkoşera jina ya diyar ya Kurd Direxşan Hefîdrexşan Hefîd mamoste bû ku ne tenê çend nifşên jinên Kurd perwerde kir, belkû wekî yek ji endamên damezrîner yên Yekîtiya Jinên Kurdistanê, wê kevirê bingehîn ji bo têkoşîna rêxistinkirî û veşartî ya jinan li Başûrê Kurdistanê danî.
Ji Taxa Kanî Askanê heta Zanîngeha Mamosteyên Bilind ya Bexdayê
Di sala 1956’an de, çû Bexdayê û li Zanîngeha Mamosteyên Bilind hate qebûlkirin. Di sala 1960’an de, wê di beşa dîrokê de bawernameya lîsansê wergirt. Vê yekê hişt ku ew zanista dîrokê û ezmûna perwerdehiyê vegerîne qada perwerde û çanda Kurdî
Çavkanî: Rojnews Kurmancî