Li ser nêzîkbûna Bagera Champi ya bihêz li Taywanê zêdetirî 150 seferên balafiran ên derve û navxweyî hatin betalkirin. Rayedaran li hemberî barîna zêde, bahoz û pêlên bilind hiyarî dan û zêdetirî 23 hezar leşker ketin alarmê.
Li gorî Rêveberiya Meteorojiya Taywanê, tê payîn ku Bagera Champiyê rojên În û Şemiyê ber bi tevahiya peravên bakurrojhilat ve were û piştre jî ber bi Çîn û Japonyayê ve biçe.
Navenda Hişyariya Bagerê ya Hevpar a girêdayî artêşa DYE’yê da zanîn ku dibe leza bagerê di saetê de bigihîje 213 kîlometreyan. Hate diyarkirin ku leza bagerê ya ku di destpêkê de gihîşt 300 kîlometreyan, bi demê re kêm dibe.
Çavkanî: ANF Kurmancî