Rêveberê Kargeha Bihar Celal Sedîk Kerîm, derbarê kar û xebatên kargehê de wiha dibêje: “Di vê kargehê de em bi temamî pişta xwe dispêrin hêza kar a navxweyî. Kargeha Bihar berhemên cotkaran werdigire û hilberîna me bi temamî dostê jîngehê ye.”
Rêveberê Kargeha Bihar Celal Sedîk Kerîm wiha behsa avakirina kargehê dike: “Kargeha Bihar di sala 2018’an de ligel çend hevkarên din hat avakirin. Armanca me ya avakirinê, ji bilî qezenca aborî, afandina fersendên kar ji bo ciwanên herêmê bû. Niha nêzîkî 20 karmend li virin. Herwiha armanc xwedîderketina li berhemên cotkaran bû. Planên me yên neteweyî di destpêkê de li ser berhemên sêv, tirî û fêkiyên din bûn, lê niha piştî heşt salên karkirinê, em xwediyê zêdetirî 140 cureyên berhemê ne.”
Celal Sedîk Kerîm diyar dike ku di destpêkê de peymana wan tenê ligel cotkarekî hebû, lê niha li heşt herêmên cuda berhemên cotkaran dikirin: “Niha çar xetên me yên hilberînê hene; ji wan sirk ku 20 cure ye, rûnên zeyt ku nêzîkî 75 cure ye, ava kulîlkan ku bêhna wan pir xweşe û niha me berhemê doşavê jî zêde kiriye. Em %90’ê berhemên xwezayî ji cotkarên Şarbajêr, Pênciwên û Şarezûrê dikirin. Divê em her tim zanibin ku berhemê navxweyî ji berhemê hawirdekirî xwedî kalîteyeke pir çêtire.”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî