21 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Gamze Çakan: Bêdengbûna çekan têr nake, divê jiyaneke azad bê avakirin

Nivîskara Sînemayê Gamze Çakan diyar kir ku wê aştî bi hunerê re nefesê bistîne û got, “Bêdengbûna çekan têr nake, divê jiyaneke azad bê avakirin.”

Nivîskara Sînemayê û damezrînera platforma Sînemaya Serbixwe Gamze Çakan li ser têkiliya sînema û aştiyê ji ANF’ê re axivî. Gamze Çakan bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, “Bidawîbûna pevçûneke ku ev qas dirêj kiriye û mirov û welat westandiye. Heke em bi rastî aştiyê dixwazin, divê em cih bidin wan çîrokên ku em li dijî wan derdikevin û me heta niha guh nedayê. Rewşa şer û pevçûnan ne tenê mirovên li kolanê, hunerê jî bênefes dihêle.”

Gamze Çakan destnîşan kir ku bêdengbûna çekan girîng e lê niha azadî pêwîst e: “Pêwîste em karibin jiyanekê ava bikin ku mirov dema bi zimanê xwe diaxivin, nasnameya xwe îfade dikin û êşa ku dikişînin vedibêjin xwe di nava fikar û tirsê de hîs nekin.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse