13 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

Welatiyên ku di civîna gel a li Pulurê de axivîn, diyar kirin ku divê Rêber Apo bi rojnamevan, akademîsyen, siyasetmedar û beşên cuda yên civakê re hevdîtinan pêk bîne. Hate diyarkirin ku divê ji bo şopandina vê pêvajoyê komîsyoneke çavdêriyê bê avakirin.

DBP û DEM Partiyê bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin”, li navçeya Pulurê ya Dersimê civîneke gel lidar xistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî beşdarî civînê bûn.

AYTEN KORDU: DIVÊ AZADIYA FÎZÎKÎ YA BIRÊZ OCALAN BÊ MISOGERKIRIN

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse