15 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Daketina nirxê dînar barê welatiyan girantir kiriye

Welatiyên Silêmaniyê ji biryarên dawî yên hikûmetê yên derbarê bilindkirina bihayê dolar de nerazîne û diyar dikin ku giranbûna kelûpelan û barê aborî bi tevahî ketiye ser milê xelkê feqîr. Dikandar jî radigihînin ku bazirganên mezin firotina kelûpelên bi bihayê berê rawestandine; êdî îro an tiştan bi bihayê nû yê giran difroşin an jî dergehên depoyên xwe girtine û kelûpelan vedişêrin. Ev lîstik zext û barekî giran çêdike.

Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna xwe ya asayî de, biryara guhertina nirxê pevguhertina dînar li beramberî dolarê Amerîkî pejirand. Di vê biryarê de nirxê firotina her dolarekî ji bo hemwelatiyan wekî 152 hezar dînar hat diyarkirin û Banka Navendî jî ev nexşerê pesend kir. Ev gav bû sedem ku nirxê xwarin, derman, cilûberg û pêdiviyên herî bingehîn ên navmalê di bazarê de bi awayekî berçav giran bibe. Ji ber ku mûçe û dahatê piraniya welatiyan bi dînare, daketina nirxê dînar ê li beramberî dolar rasterast hêza kirînê ya xelkê kêm kiriye û rewşek wisa afirandiye ku hemwelatî tenê dikarin pêdiviyên xwe yên herî mezin û neçarî bikirin.

Osman Mistefa ku niştecihê Silêmaniyê ye, derbarê vê krîzê de dibêje: “Bilindbûna nirxê dolar bandoreke rasterast û xerab li ser jiyana welatiyan kiriye, bi taybetî jî li ser karmendan xwedî mûçe. Hemû tiştên rojane giran bûne. Me di dema borî de dît ku bihayê gaz û neftê giran bû, nanê sêlê ji ber giranbûna ard û sotemeniyê li şûna deh parçeyan bû heşt parçe. Niha jî ji ber firotina bi dolar; birinc, rûn, şekir û çay giran bûne, di demekê de ku dema dolar 132 hezar dînar bû jî ev kelûpel hemû bi nirxê berê dihatin firotan. Kabîneya Mesrûr Barzanî di asta herî bilind de bac, nirxê kehrebeyê, benzîn, neft û sotemeniyê li ser welatiyan zêde kiriye. Hikûmet nizane ev xelk dê çawa debara xwe bike? Karmendekî ku mûçeyê wî yê mehê 500 hezar dînare, ev pere tu carî têra wî nake û di nav jiyaneke kolberî û sînorî de dijî.”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse