Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) diyar kir ku komploya 9’ê Cotmehê hîn jî dewam dike û daxwaza azadiya Rêber Apo kir. DBP’ê destnîşan kir ku pêkanîna azadiya Rêber Apo pêwîstiyeke dîrokî ye.
DBP’ê ji ser salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li hemberî Rêber Apo hate kirin daxuyaniyek da û got, “Ya ku di şexsê Rêber Apo de hedef hate girtin, li gel têkoşîna azadiyê û hebûnê ya gelê Kurd, îradeya avakirina jiyana azad û wekhev a gelan û paşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn bû. Ji ber vê yekê 9’ê Cotmehê ne tenê komployeke berê ye, bi encamên xwe yên siyasî û bandora xwe divê hîn jî weke sernavekî têkoşînê were dîtin ku dewam dike.”
DBP’ê diyar kir ku feraseta dixwaze gelê Kurd sedsaleke din bê statu bihêle, îradeya çareseriya demokratîk a Rêber Apo bê bandor bike û paşeroja demokratîk a hevpar a gelan asteng bike bi şêweyên cuda dewam dike û got, “Gelê Kurd li hemberî vê yekê bi têkoşîna li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên zêdeyî sed salî îradeya aştî, demokrasî û azadiyê parastiye, weke encamek ji vê têkoşînê pêşî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a niha vekiriye.
Çavkanî: ANF Kurmancî