22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

DEM Partî nerazîbûna nîşanî desthilatdariyê da: Pêngavên aştiyê çima tên sekinandin?

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên berbiçav nayên avêtin û nerazîbûn nîşanî desthilatdariyê da. Ayşegul Dogan pirsa, “Desteya Aştî û Siyasetê dê kengî dest bi xebatê bike, çima tê sekinandin?” ki

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên rojevê li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Ayşegul Dogan da zanîn ku bi beşdariya hevserokên giştî Desteya Rêveberiya Wan a Navendî civiya û wiha axivî: “Me di nava hefteyê de serdana Yenî Partiyê kir. Serdanên me yên bi partiyên siyasî re dê bidomin.”

Ayşegul Dogan, bal kişand ser neliritiya fonan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi pirsgirêkeke kronîk re rû bi rû ne. Li meclisê têkildarî vê neliritiyê pêşniyar qanûnên tê axaftin. Ew neliritî bi qanûneke ve nikare bê çareserkirin. Yên li ser vê nelirtiyê tên cezakirin jî rojnamevanên derbarê vê neliritiyê de nûçe çêkirin e. Heke desthilat dixwazê em li ser lêpirsînên vê neliritiyê baweriyê bînin divê di serî de rojnamevanên van neliritiyan dinivisînin neyên cezakirin. Di demên dawî de hin burokrat ji peywîrê hatine dûrxistin. Ew geşedaneke girîng e. Lê ne gaveke mezin e. Divê kesên berpirsyariya wan a siyasî hene bêne cezakirin. Partiyan xwest li meclisê komîsyoneke lêkolînê bê avakirin lê asteng kirin. Ew jî fikarên wisa derdixîne; gelo çi vêdişerin? Em ê heta dawî şopdarê vê neliritiyê bibin.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse