22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Du parlamenterên Elmanya daxwaza azadkirina Werîşe Mûradî kirin

Du parlamenterên Elmanya ji ber dubare cezayê darvekirinê ya li girtiya siyasî Werîşe Mûradî hatiye birîn, nerazîbûnên xwe nîşan da û daxwaza azadbûn û rakirina cezayê darvekirinê kirin.

Du parlamenter û nûnerên Partiya Çe a Parlamentoya Federal a Elmanya Cansû Ozdemîr û Sehra Mîro li ser hesabên xwe yê taybet Facebookê ji ber dubare dayîna cezayê darvekirinê ya li girtiya siyasî Werîşe Mûradî peyamek da.

Parlamenter Cansû Ozdemîr destnîşan kir ku rejîma Îranê dixwaze bi dayîna cezayên darvekirinê temamê dengê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bêdeng bike.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse