Nabe ku azadiya Rêberê Gelê Kurd were xwestin; nabe ku fikra tiştekî bi vî rengî were kirin, gelo ev yek nayê wateya îlankirina bidawîbûna vê pêvajoyê? Sereketirîn muxatabê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd e.
Mehmet Ûçûm di 17’ê Cotmehê de têkildarî pêvajoyek nivîsek nivîsandiye. Ger em li gotinên Mehmet Ûçûm binêrin, ew weke berdevkê ekîbeke ku dixwaze vê pêvajoyê têk bibe, xuya dike. Qaşo qala diyalogê dike lê belê hewl dide eyarê bide Tevgera Azadiya Kurd. Xwe bi aqil kesên din jî bê aqil dihesibîne. Nivîsa Ûçûm li dijî pêvajoyê ye û nivîsa wan kesan e ku dixwazin pêvajoyê têk bibin. Ger ev fikrên Tayyîp Erdogan bin ku ew bi xwe şêwirmendê wî ye, wê demê rewş cidîtir e. Ger bi vî rengî be, desthilatdarî hewl dide bingeha fikra xirabkirina pêvajoyê ava dike. Tayyîp Erdogan tim digot ku pêvajo baş dimeşe. Ger Mehmet Ûçûm ev nivîs ji koşkê kopyayê kişandibe û wisa nivîsandibe ev yek tê wê wateyê ku pêvajo baş nameşe.
Hê di 18’ê Tebaxê de beriya ku yasaya hatî qebûlkirin, derkeve rayedarên hikûmetê gotin ku wê pozîsyona Rêberê Gelê Kurd biguhere, wê li gel gelek derdoran hevdîtinê bike û kesên ku li gel Rêbertî bixebitin, bikarin biçin Îmraliyê. Berıya ku yasa derkeve ev hatibûn misogerkirin, piştî ku yasa derketî Serokwekîlê koma AKP’ê bi xwe li pêşberî kamera û televîzyonan anî ziman ku wê gelek rojnamevan û kes bikaribin biçin Îmraliyê. Lê belê tevî ku ji du mehan zêdetir e yasa derketiye jî têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd guherînek çênebûye.
Çavkanî: ANF Kurmancî