1 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Destan çiqasî bi lehengî bê neqişandin wê ewqasî jî heyranan li xwe bicivîne

📰 KAPSAMLI RAPOR

AMED — Bi berxwedana Kobanê re ne tenê bajarek û gelek, tevahî jinên cîhanê û mirovahî hate rizgarkirin, û ne ji berxwedana şervanan bûya wê cîhan av û av biçûya ji ber ku DAÎŞ ji bo tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê bibû gef û tehlûkeyeke mezin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Bi berxwedana Kobanê re ne tenê bajarek û gelek, tevahî jinên cîhanê û mirovahî hate rizgarkirin.
  • Berxwedana li Kobanê ya li hember çeteyên DAÎŞ’ê Stalîngirada sedsala 21’ê bû.
  • Di bingehê dengvedana cîhanî ya Kobanê de sekna lehengane û berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê hebû.

Berxwedana Dîrokî ya li Kobanê

Di qulipandina rûpelên dîrokê de yek ji wan ku serinca mirovan dikişîne berxwedana dîrokî li bajarê Kobanê rû da. Vê rûpela serinckêş û bi êş, dema mirov dixwîne û bi bîr tîne, tê dîtin ku berxwedaneke bêhempa ya wesifkirina wê zehmet e hatiye raberkirin. Mirov dikare bêje ku berxwedana li Kobanê ya li hember çeteyên DAÎŞ’ê yên çavên hemû hêzên cîhanê tirsandibû Stalîngirada sedsala 21’ê bû. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn cara yekem bû ku şerekî wiha giran rû da.

Çima Kobanê li Cîhanê Deng Veda?

Di dîroka mirovahiyê de gelek şerên dijwar û mezin pêk hatine. Di hinek ji wan şeran de bi milyonan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Şerên Cîhanê yên yekem û duyem ji van mînakên mewzûbehs in. Êşa wan her du şeran jî her çiqasî giran û giran bûn jî ne bi qasî şerê Kobanê bi bandor bûn. Ji lewra pirsa girîng ya tê bîra her kesî ew e, çima tevî Kobanê bajarek ewqasî biçûk bû jî li cîhanê deng veda û her kesî piştgiriya xwe jêre nîşan da û dengê xwe tevlî dengê wê kir? Helbet ev pirs pêwîstiya xwe bi bersiveke rast a Kobanê alîkariya cîhanê heq kiribû dike. Rast e sedemên siyasî yên nevneteweyî jî hebûn, lê di bingeh de sedem sekna lehengane û berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê bûn.

Pêşeroja Bûyeran

Ew ruh bû ku çeteyên DAÎŞ’ê têk bir, pozên wan bi erdê ve kaş kir, ew gefên wan ên ji cîhanê re meydan dixwendin û digotin ku wê di demek nêz de dewleta xwe ava bikin vala derxist.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse