Dr. Beppe Savary anî ziman ku aştiyeke rasteqîn tenê bi muzakereyên ji mercên wekhev dikare pêk were û got, “Eger Tirkiye aştiyeke rasteqîn dixwaze divê Ocalan berde. Eger vê nake wê demê di her tiştî de bawerî pê nabe.”
Pêvajoya ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de destpê kir, li qada navneteweyî bi dewamî tê nîqaşkirin. Bi taybetî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, demokratîkbûn û meşandina muzakereyê di nava mercên wekhev de, ji sernavên esasî ne ku li nava raya giştî ya navneteweyî tê bilêvkirin.
Parlamenterê Kantona Ticino ya Swîsreyê Dr. Beppe Savary Borioli pêvajo û bûyerên têkildarî mijarê ji ANF’ê re nirxand.
Çavkanî: ANF Kurmancî