17 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

Şêniyên Mexmûrê destnîşan kirin ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji bo pêvajoya aştiyê ber bi çareseriyê ve biçe, gelek gav avêtine û diyar kirin ku heya niha dewleta Tirk gaveke şênber ne avêtiye.

Têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gav neavêtina dewleta Tirk, Endamê Têkiliyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Polat Çelê û Mamoste Eyşê Kara ji ajansa me ANF’ê re axivîn.

Polat Çelê, banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bi bîr xist û destnîşan kir ku ji destpêka pêvajoyê, heya roja îro Rêber Apo û Tevgera Azadiyê gelek gav avêtine.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse