HÊŞO ŞIWANE — Mamostayê Zanîngehê Dr. Ehmed Mîre di derbarê rûniştina parlamentoyê û nakokiyên navbera PDK’ê û YNK’ê de destnîşan kir ku ev pêngav darbeyek ne aqilane bû li dijî yekrêziya nîştimanî.
- PDK’ê roja 4’ê Mijdarê bi biryarek yekalî yekem rûniştina dema şeşem a parlamentoya Herêma Kurdistanê destpê kir.
- Dr. Ehmed Mîre diyar kir ku ev rûniştin temamkerê lîstikek ne rewa, ne yasayî, ne siyasî û medenî bû.
- Mîre got ku vê carê bi rêya gêjatiya siyasî û nêzîkatiyên ne Kurdane parlamento hat astengkirin.
‘Nêzîkatiyek ne Kurdane li nava parlamentoyê hat nîşandan’
Roja 4’ê Mijdarê PDK’ê bi biryarek yekalî yekem rûniştina dema şeşem a parlementoya Herêma Kurdistanê bêy beşdarbûna aliyên din destpê kir. Vê yekê jî bi xwe re bertek û nerazîbûna aliyên din ên siyasî û beşên civakê anî. Di derbarê mijarê de Rojnamevan û Mamostayê Zanîngehê Dr. Ehmed Mîre ji ajansa Rojnewsê re axivî.
Mamostayê Zanîngehê Dr. Ehmed Mîre da zanîn ku rûniştina 4’ê Mijdarê pêkhatî, temamkerê lîstikek ne rewa, ne yasayî, ne siyasî û medenî bû. Mîre got: “Ji hemûyan jî xirabtir ne nêzîkatiyek Kurdane bû ku di nava parlamentoya Kurdistanê de rû da. Lê vegerek ya serdema qirêj a rabirdûya nakokiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bû ku bû temamkerê dîroka nakokiyên siyasî yên hêzên Başûrê Kurdistanê.”
Pêşeroja Bûyeran
Di dewamê de Ehmed Mîre got: “Ger di berê de bi rêya tank û hêza leşkerî ya dijmin parlamentoya Kurdistanê hatibe astengkirin, vê carê bi rêya gêjatiya siyasî û nêzîkatiyên ne Kurdane parlamento hat astengkirin. Ev pêngav jî darbeyek ne aqilane ya li dijî ji hevtêgihiştin û yekrêziya nîşt…
Çavkanî: Rojnews Kurmancî