Êlek Zer ên li Fransayê, piştî çalakiyên li dijî bihabûna jiyanê xwe amade dikin ku careke din dakevin qadan. Koordînasyonê ji bo 24’ê Cotmehê bang kir ku li seranserê welêt çalakî bêne lidarxistin.
Piştî xwepêşandanên 17’ê Cotmehê Koordînasyona Êlek Zeran 19’ê Cotmehê roja Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku 24’ê Cotmehê roja Şemiyê wê çalakiyên “perdeya duyemîn” lidar bixin. Ji bo çalakiyan her wiha 31’ê Cotmehê jî kete rojevê.
Koordînasyonê li ser malpera 17octobregiletjaune.net bangeke nû kir. Li ser malperê nexşerêyeke cihê çalakiyan jî hate weşandin. Her wiha nediyar e ku ji bo çalakiyan hemûyan destûra fermî hatiye wergirtin an jî wê di pratîkê de pêk werin an na.
Çavkanî: ANF Kurmancî