20 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Li rojhilatê Spanyayê karesata lehiyê: Herî kêm 4 kes mirin

Li herêmên Valensiya û Alicante yên li rojhilatê Spanyayê lehî rabûn û di encamê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran bang li gel kir ku li malên xwe bimînin û hingî ku neçarî nebe, nederkevin jiderve.

Ji ber barana dijwar li kolanên bajarên Valensiya û Alicante lehî rabû û wesayît ketin ber lehiyê. Li hin herêman di nava 24 saetan de di metrekareyê de qasî 700 lître baran hate qeydkirin.

Li gorî rayedaran, li Sagunto kesekî jiyana xwe ji dest da. Li Katalonya jî jinek kete nava çem û jiyana xwe ji dest da. Li Oliva jî du kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku yek ji miriyan jineke 79 salî ye û yê din jî mêrekî ku li kampeke bajêr krîza dil derbas kir.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse