Hate ragihandin ku birîna daran a ku li Çiyayê Gabarê bi salan e tê domandin, li herêmên nêzî qadên petrolê didome.
Li Çiyayê Gabarê yê li Şirnexê, bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de birîna daran didome. Ji ber birîna daran a ku bi salan e tê kirin, ernîgariyeke berfireh bêdar ma. Ji ber xebatên bi navê lêgerîna petrolê û kolandina bîrên sondajê, herêma ku roj bi roj bêdar tê hiştin, bi xetera qeracbûn û bejîmayinê re rû bi rû ye.
Hat zanîn ku li qadên Deşta Mişarê, Herî Rêş û Kerxenê yên li Gabarê bi sedan darberûyên hatine birîn û ji bo bên veguhestin li kêleka rê hatine komkirin. Di dîmenên ku li herêmê hatine kişandin de xuya dike ku bi hezaran ton dar ji bo werin barî kamyonan bên kirin, tên sekinandin. Hat zanîn ku darên hatine birîn bi rêya navçeya Dihê ya Sêrtê ji qadê hatine derxistin û birine bajarên cuda. Hate îdiakirin ku qadên birînê nêzî Qadên Petrolê yên Mehmet Îrfan Guler û Demîr Bogazi ne û şîrketên petrolê piştgiriyê didin van birînan.
Çavkanî: ANF Kurmancî