1 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin

🔴 FLAŞ HABER

NC NAVENDA NÛÇEYAN — Gerîlayên HPG’ê Tolhildan Avesta û Hawar Tolhildan şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û destnîşan kirin ku wê her tim hêjayî ked û nirxên şehîdan bibin û van nirxan biparêzin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Gerîlayên HPG’ê Tolhildan Avesta û Hawar Tolhildan şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn.
  • Nasnameya gerîlayên şehîd ji ber mercên giran ên şer beriya niha nekarîbû bê ragihandin.
  • Gerîlayên HPG’ê di şexsê şehîdên Bakur de şehîdên doza azadiyê hemû bi bîr anîn.

Ragihandina Şehîdan û Hestên Gerîlayan

Nasnameya gerîlayên ku di encama êrişên giran ên dewleta Tirk ên li ser gerîlayên azadiyê de şehîd bûn, ji ber mercên giran ên şer beriya niha nekarîbû bê ragihandin. Navê qehremanên şehîd bûn ev demeke bi raya giştî re têne parvekirin. Ragihandina şehîdan li tevahiya Kurdistanê ruhekî hevpar ava dike û gelê Kurd li dora şehîdên xwe dicive. Bi vê wesîleyê gerîlayên HPG’ê jî hest û nêrînên xwe yên têkildarî şehîdan bi ajansa me re parve kirin. Gerîlayên HPG’ê Tolhildan Avesta û Hawar Tolhildan di şexsê şehîdên Bakur de şehîdên doza azadiyê hemû bi bîr anîn û sersaxî ji gelê Kurd, hevrêyan û malbatên şehîdan re xwestin.

Rola Şehîdan Di Doza Azadiyê De

Tolhildan Avesta bal kişand ser mîsyon û rola şehîdan di doza azadiyê de û got, ‘Ew hevalên me di demên herî zehmet de bi me re bûn. Dema ku dijmin êrişên giran kir, ji bo welat û gelên xwe biparêzin bedena xwe kirin çeper. Bi vî rengî heta dawiyê şer kirin û gihîştin asta şehadetê. Rêberê me dibêje, ‘Partiya me partiya şehîdan e’. Di nava rêxistina me de cihê hevalên me yên şehîd gelekî cuda ye. Ji ber vê jî weke hevalên wan ên têkoşînê em ê bidin ser şopa wan. Jiyana wan, pratîka wan, perspektîfa ku ji me re hiştin, bingeh û xeteke ji bo em têkoşîna xwe dewam bikin.’

Pêşeroja Bûyeran

Şehîd afirînerên jiyanê ne; şehîd rastiya vê şoreşê ne. Em jî şopdarên van hevalên xwe ne. Em heta dawiyê dilsozê hevrêyên xwe ne, wê di hişê gelê me de timî cih bigirin û di rastiya şoreşa Kurdistanê de bibin sembola azadiyê. Em ê xwedî li mîrateya…

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse