ŞENGAL — Piştî nakokî, diyalog û danûstandinên salan di navbera YBŞ-YJŞ û Iraqê de, di dawiyê de me şahidiya kêliyên dîrokî kir li ser lûtkeyên çiyayê Çilmêra ku di 26’ê Cotmehê de amadekarî ji bo entegrebûna hêzên YBŞ’ê lê hatibû kirin.
- Di 26’ê Cotmehê de amadekarî ji bo entegrebûna hêzên YBŞ’ê li serê çiyayê Şengalê hatibû kirin.
- Gelek rojnamevan, siyasetmedar û berpirsên leşkerî ji derveyî Şengalê li cihê merasîmê amade bûn.
- Rayedarên dewletê neçar bûn ku li kêleka fermandarên jin ên Êzdîxanê bisekinin û rêzê li wan bigirin.
Kêliyên dîrokî li ser lûtkeyên Çilmêra
Piştî nakokî, diyalog û danûstandinên salan di navbera YBŞ-YJŞ û Iraqê de, di dawiyê de me şahidiya kêliyên dîrokî kir li ser lûtkeyên çiyayê Çilmêra. Di 26’ê Cotmehê de, bi awayekî rêkûpêk amadekarî ji bo entegrebûna hêzên YBŞ’ê li serê çiyayê Şengalê hatibû kirin. Ji derveyî Şengalê, gelek rojnamevan, siyasetmedar û berpirsên leşkerî li cihê merasîmê amade bûn. Li cihê ku merasîm lê hat lidarxistin, bi pêşengiya Şehîd Dilêşêr Herkol, Sait Hesen û gelek hevalên din, YBŞ hatibû avakirin, ji neçarî û ji bo parastina gelê Êzidî ku di nava çiya de asê mabûn. Ew gelê ku ne Iraqê û ne jî PDK’ê parastibûn. Zarokên vî gelî ji roja fermanê ve li nava dilê çiyayê pîroz de hêlîn ji xwe re çêkirin û ev çiya kirin navenda biryardayînê. Çawa ku di dîroka berê de Mihemedê Evdo, Xelefe Sincara û bi sedan qehremanên din bi heman awayî ev der kiribûn navenda biryardayînê, îro jî ev yek tê jiyankirin.
Rola jinên Êzidî û fermandarên YJŞ’ê
Ne tenê qehremanên mêr, lê di vê roja dîrokî de Zerfeya Osê û Edûlan jî mohra xwe carekî din li dîrokê dan. Di vê merasîmê de, ew zilamên rayedarên dewletê ku ne di pergala wan a dewletê de û ne jî di mejiyê wan de tu tiştekî bi navê mafê jinan tune ye, îro neçar bûn ku li kêleka fermandarên jin ên Êzdîxana pîroz bisekinin û rêzê li wan bigirin.
Pêşeroja Bûyeran
Erê, Şengale, ne tu ciyekî dine; ev zarok ji xweliya fermanê hebûna xwe afrandin û îro dibin Artêşa Êzidîxanê. Gelek ji hevalên şehîd xewn û xeyala wan bû ku Êzidî bibin xwedî artêş.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî