AMED — Zanyara siyasetê Fatma Bostan Unsal anî ziman ku divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li nava çarçoveya ewlekariyê neyê asêkirin û rexne kir ku desthilatldarî di pêvajoyê de Desteya Ewlekariya Millî dide pêş.
- Divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li nava çarçoveya ewlekariyê neyê asêkirin.
- Desthilatdarî di pêvajoyê de Desteya Ewlekariya Millî (MGK) dide pêş ku ev yek cihê rexneyê ye.
- Pêvajo ji aliyê derdorên cuda ve bi rengekî cuda tê fêhmkirin û ev yek pirsgirêka baweriyê tîne.
Girêdana bi MGK’ê re û nîqaşên siyasî
Qonaxa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, girêdana qanûna li meclîsê hate derxistin a bi Desteya Ewlekariya Mîllî (MGK) re û aliyên siyasî û civakî yên pêvajoyê bi dewamî têne nîqaşkirin. Zanyara siyasetê Fatma Bostan Unsal asta dawî ya pêvajoyê ji ANF’ê re nirxand.
‘Pêvajo ji aliyê derdorên cuda ve bi rengekî cuda tê fêhmkirin’
Fatma Bostan Unsal anî ziman ku ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ ji aliyê derdorên cuda ve bi rengekî cuda tê pênasekirin, ev yek pirsgirêka baweriyê bi xwe re tîne û got, “Li Tirkiyeyê derdorên cuda hene ku vê pêvajoyê ji binavkirinê heta bi naverokê gelekî cuda fêhm dikin. Di vê çarçoveyê de ez jî di nav de derdorek vê pêvajoyê weke ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ dibîne û li bendê ye ku li gorî vê yekê guhertineke qanûnî bê kirin û bicihanîn. Lê belê derdoreke hîn qelebalix a li desthilatdariyê, ku hêza xwe ya pêkanÎna hin guhertinên qanûnî heye, vê pêvajoyê bi rengê ‘Tirkiyeya bê teror’ pênase dike. Ev derdora ku pirsgirêkê di çarçoveya ewlekariyê de dinirxîne, welê xuya dike ku tenê ji hin guhertinan re amade ye.”
Pêşeroja Bûyeran
Ji bilî van herdu derdoran, derdoreke din a cuda ku ji rêjeyeke girîng a civakê pêk tê, hîs dike ku mexdûrê sereke yê dûrketina ji demokrasiyê ye, lewma li pêvajoyê temaşe dike û baweriyê bi aktorên siyasî nîne. Li gel ku zêdeyî du sal di ser destpêkirina pêvajoyê re derbas bûne, dikare bê gotin ku pêvajo bi nêrîn û pênaseyên cuda dewam dike.
Çavkanî: ANF Kurmancî