28 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Festîvala Hinar û Payîzê didome, parastina jîngehê esas tê girtin

📰 KAPSAMLI RAPOR

HELEBCE — Bi beşdariya zêdetirî 550 baxvan û xwediyên kar, yekemîn roja Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê didome, ku ji bilî nasandina berhemên xwemalî yên deverê, parastina jîngehê jî tê de esas tê girtin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Zêdetirî 550 baxvan û xwediyên kar beşdarî festîvalê dibin.
  • Festîval li Parka Yarî Şar a Helebceyê tê lidarxistin û wê çar rojan dom bike.
  • Rêvebira Geştûguzarê ya Helebceyê Çiya Qasim diyar kir ku ew li bendê ne nîv milyon geştiyar serdana festîvalê bikin.

Destpêka Festîvalê û Armanca Wê

Di saetên sibehê de li Parka Yarî Şar a Helebceyê 12’emîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce bi tevilbûna zêdetirî 550 baxvan û xwediyên kar destpê kir û didome. Wê festîval çar rojan dom bike. Ji bilî nasandina berhemên xwemalî yên deverê, parastina jîngehê jî esas tê girtin.

Nêrîna Rêvebiriya Geştûguzarê

Rêvebira Geştûguzarê ya Helebceyê Çiya Qasim di derbarê festîvalê de ji ajansa me re axivî û got: “Her çalakiyek çandî, hunerî, rewşenbîrî û çandinî giring û bandorek mezin li ser rakêşana geştiyaran heye. Festîvala Hinar jî yek ji wan festîvala ye ku hemû sinoran derbaskiriye û di warê nasandina çandinî û geştiyariyê de bûye sedemê nasandina deverê. Îsal jî em li bendê ne nîv milyon geştiyar û serdanker serdana festîvalê bikin.”

Amadekari û Girîngiya Jîngehê

Di derbarê amadekariyan de jî Çiya Qasim got: “Ev nêzî pênc mehin me amadekariyek baş kiriye. planek ewlehî û trafîkê ya bihêz hatiye danîn. Yek ji wan mijarên ku me giringî pê daye, mijara jîngehê ye. Hilawistina pankartan bi hemû rengî qedexeye. Rênmayî bi hemû dukanek hatiye dayîn ku tiştên bikarbînin divê dostê jîngehê bin. paşmahiyên wan jî ti bandorek li ser qirêjbûna jîngehê çênake.” Her wiha Rêvebira geştûguzar a Helebceyê diyar kir ku ew rê nadin ti kesek paşmahiyên xwe di cih de bihêlin.

Pêşeroja Bûyeran

Jina bi navê Benaz Mihemed jî ku xelkê Helebceyê ye û serdana festîvalê kiriye, têkildarî vê çalakiyê nêrînên xwe anî ziman û bal kişand ser girîngiya festîvalê.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse