31 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

‘Giranî û xirabiya rewşa aboriyê liv û tevgera li bazara Kerkûkê kêm kiriye’

🔴 FLAŞ HABER

KERKÛK — Aloziyên siyasî yên li herêmê û krîza darayî bûne sedem ku bazara Kerkûkê lewaz bibe û liv û tevgera nava bazarê bi temamî kêm bibe.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Aloziyên siyasî û krîza darayî bazara Kerkûkê lewaz kiriye.
  • Karker destnîşan dikin ku paşketina mûçeyan bandoreke raste rast li ser bazarê dike.
  • Welîd Xalid diyar kir ku ji nîvê mehê û şûn ve pere di berîka welatiyan de namîne.

Bandora krîza darayî û siyasî li ser bazarê

Aloziyên siyasî ya li herêmê kiriye ku bazara Kerkûkê lewaz bibe. Karkerên li bajar diyar kirin ku nebûna prre û giraniya pêwîstiyan, bazara navxwe jihev xistiye û ev gotin: “Krîz û pirsgirêkên cûr be cûr qirika welatiyan girtiye bernade, ev yek raste rast bandor li liv û tevgera nava bazarê kiriye.” Bazara bajarê Kerkûkê di qonaxeke dijwar de derbas dibe û karkerên li bajar destnîşan dikin ku sedema sereke ya lewazî û sistbûna bazarê ne kêmaniya geştiyaran û ne jî çûn û hatina doxtoran ne ve girêdayî ye; belkû girêdayî krîza darayî û nebûna xizmetguzariyê ya ji bo welatiyan ne.

Nêrînên karkerên bajêr li ser rewşa aborî

Karkerê bi navê Farûq Mihemed ji ajansa me Rojnewsê re axivî got: “Welatiyên Kurd li gorî neteweyên din ên bajêr pereyên wan kêmtirin û nikarin bi qasî pêwîst pêwîstiyên xwe bikirin. Lewre paşketina mûçe, bandoreke raste rast li ser bazar û karkerên li bajar dike.” Farûq Mihemd qala rewşa siyasî, aloziyên li herêmê, şerê hêzên serdest û girtina deriyan, sedemeke din a xirabûna rewşê ye; lewra divê her kes ji aliyê madî ve piştgiriya hev bike.

Karkerê din ê bi navê Welîd Xalid jî sedema lawazbûna bazarê bi siyaseta hikûmetê ve girê da û got: “Ji nîvê mehê û şûn ve pere di berîka welatiyan de namîne, diqede. Ev yek jî dibe sedem ku liv û tevger li bazarê nemîne.”

Pêşeroja Bûyeran

Welîd Xalid destnîşan kir ku pêwîste hikûmet rola dayîk û bav ji welatiyan re bike û wiha domand: “Eger hikûmet mûçe û mafê darayî di dema xwe de dabîn bike, wê demê bazara karkeran jî mezin û bibe.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse