Girtiyê nexweş Celal Yildirim ê 56 salî ku piştî krîza dil li girtîgehê derbas kir rakirin nexweşxaneyê, li gel ku tedawiya wî dewam dikir ew careke din birin girtîgehê.
Girtiyê nexweş Celal Yildirim (56) ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Curnê Reş krîza dil derbas kiribû û rakiribûn nexweşxaneyê, dîsa birin girtîgehê. Hat zanîn ku Yildirim ê di 2’yê vê mehê de li girtîgehê krîza dil derbas kiribû û rakiribûn nexweşxaneyê, îro dîsa birine girtîgehê.
Malbata Yildirim ku ji tenduristiya wî bi fikar e, ji bo tedawiya wî li derve bê kirin serlêdan kiribû, lê ji aliyê dozgeriyê ve hêj bersiv nehatiye dayin.
Çavkanî: ANF Kurmancî