13 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku gelê Kurd êdî dixwaze gaveke şênber bibîne û got, “Desteya Aştî û Siyasîbûnê ya ku Birêz Ocalan koordînatorê wê be divê bi lez dest bi kar bike.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna heftane ya koma partiya xwe de ya li Meclîsê bûyerên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari bi silavkirina Dayikên Aştiyê dest bi axaftina xwe kir û ji ber windahiyên li Yemen û Erebistana Siûdî sersaxî ji herdu gelan re xwest.

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, “Qanûna çarçoveyê derket lê wê kengî bi cih bê anîn, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe? Ev pirs ji pirsên sereke yên civakê ne. Divê di çarçoveya berpirsyariyên xwe de em bersivê bidin van pirsan. Binihêrin Rêveberiya Tevgerê 8’ê Cotmehê ragihand ku hêzên xwe yên li nava Tirkiyeyê û herêmên nêzî sînor vekişandiye û navê herêman da. Ev yek gaveke dîrokî ye û rûpeleke nû ye. Aştî bi bicihanîna berpirsyariyên aliyan pêk tê. Berpirsyariyen desthilatdarî û dewletê ji sozên bêdem re nabe bê hiştin. Doh jî Alîkarê Serokkomar Birêz Cevdet Yilmaz hin daxuyanî da û got, ‘Ji bo bicihanîna qanûna çarçoveyê divê li benda civîna MGK a asayî bisekinin’. Li gorî me ji bo avêtina gavan pêwîstî bi bendemayina li civîna MGK a asayî nîne.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse